Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Derve yê Behrênê ragihand ku dibe bersiva bernameya mûşekiya Îranê bidin

11:36 - 27 Kanûna Paşîn 2021

Wezîrê Derve yê “Behrên”ê, “Ebduletîf Bin Raşid Elziyanî” ragihandiye ku, dibe Behrên û Îsraîl bersiva bernameya mûşekî ya Îranê û herwisa tedaxula girûpên ser bi Îranê ku di karûbarên hundir yên welatên deverê de dikin, bidin.

Wezîrê Derve yê Behrênê, “Ebduletîf Bin Raşid Elziyanî” di vîdiyokonferansekê de digel Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Gabi Ashkenazi”, tevî nîşandana nigeraniya xwe di hember bernameya navikî, mûşekên balistîk û çalakiyên din yên rejîma Îranê de daye xuya ku, dibe Îsraîl û Behrên bersiva hemû kiryarên rejîma Îranê wekî “tedaxul di karûbarên hundir yên welatê deverê de” bidin.

Berê Behrên û Îmaratê dabûne xuya ku dibe bi hevahengî digel Îsraîlê, li derheq rejîma Îranê, bandorê li ser dewleta nû ya Amerîkayê danên.

Herwisa “Ebduletîf Bin Raşid Elziyanî” daye zanîn ku bersîvdan bi kiryarên Îranê bi armanca avakirina aşîtî û aramiyeke berfireh li Rojhilata Navîn e.

Wî berpirsê Behrênê daye zanîn ku, her core lihevhatinek digel rejîma Îranê dibe ji aliyê hemû welatên deverê ve bê erêkirin.

Armanca rejîma Îranê ku li ser binyata şandina şoreşê ye, bûye sedema alozîxistin, fitne û geşekirina terorîzm li cîhanê, her lewma welatên deverê agehdar in ku hekî rejîma Îranê bihêz bibe û şiyana bidestveanîna çeka navikî hebe, dê bikar bîne û ti girîngiyekê bi yasayên navnetwî nade.