
Wezîrê Derve yê Erebistanê “Feysel Bin Ferhan”, roja Pêncşemî tekezî kir, ku di her ciheke wê dunyayê de tiştek biqewime û arîşeyek hebe, bêguman destê rejîma Îranê têde heye.
Alozî û tevdaniya di piraniya welatên deverê de, bi hegera piştevaniya rejîma Îranê ji girûpên çekdar dawî pênayê, bo mîna di Yemen, Sûriye û zaf welatên dinê de, eva destêverdana rejîma Îranê ye ku nahêle ew welatane tenahiyê bi xwe ve bibînin.
“Feysel Bin Ferhan” di konfiransekê de, di yek ji navendên lêvekolîna Amerîkayê de, bi amajekirina bi aloziyên Yemenê bi sedema kuditaya çekdarên Husî û piştevaniya rejîma Îranê ji wan ragihand, ku rejîma Îranê bi piştevaniya wan milîsan, tevdanî û aloziya zêdetir di deverê de çê dike.
Wezîrê Derve yê Erebistanê di dawiyê de got: “Tenê tiştek ku dikare aştî û tenahiya hertimî di devera Rojhilata Navîn de cihgirtî bike ku ev jî, heman rêkevtina welatên Erebî ye digel Îsraîl û asayîbûna pêwendiya wan, hingê ye ku destê rejîma Îranê dê gelek bête kurtkirin.
Herwisa “Feysel” basê hindê kir, ku bernama navokî û mûşekî ya Îranê gefeke mezin e bo ser ewlehiya deverê, lewma Erebistan dê herwisa di hember cehda rejîma Îranê bona alozkirina deverê de raweste.