Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Derve yê Îsraîlê derheq hilgirtina dorpêçan li ser Îranê huşdarî da

12:31 - 25 Şibat 2021

Wezîrê Derve yê Îsraîl, “Gabi Ashkenazi” li derheq ragirtina protokola hevpêçkirî û kêmkirina çavedêriyên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî li binkeyên navikî yên rejîma Îranê, bi gef da zanîn û gotiye ku nabe ew kiryara rejîmê bê bersiv bimîne.

Herwisa “Gabi Ashkenazi” tekezî kiriye ku, ti car Îsraîl îznê nade ku Îran çeka navikî berhem bîne”.

Heta niha, bi tenê Serokwezîrê Îsraîlê, “Benjamin Netanyahu” gef dixwar ku, nahêle rejîma Îranê çeka navikî berhem bînê lê, wê carê Wezîrê Derve yê Îsraîl di daxuyaniyeke fermî de ragihandiye: “Ti car em îznê nadin ku Îran çeka navikî bi dest xwe ve bîne”.

Îsraîl her li destpêkê, li dijî “Bercam”ê bû û piştevanî ji givaşên “Donald Trump” li ser Îranê dikir.