Wezîrê Derve yê rejîma Îslamiya Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” çûye Moskoyê û Rûsiyê ragihandiye ku armanca wê serdanê gotûbêj digel berpirsên Rûsiyê li derheq Bercamê ye.
Pêka ragihandinên rejîma Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” bo danûstandin li ser zindîkirina Bercamê çûye Moskoyê, lê di rastiyê de ew berpirsê rejîma Îranê li ser daxwaza Rûsiyê çûye wî welatî ku di danûstandinên Bercamê de li dijî berjewendiyên Rûsiyê ti gotinek tinebin.
Piştî dorpêça çendîn welatên cîhanê li ser Rûsiyê, wî welatî danûstandinên Bercamê bi şerê Ukraynê ve girê daye û daxwaz ji welatên Rojavayî û Amerîkayê kiriye ku ew dorpêç, danûstandinên ticarî û pêwendiyên Rûsiyê digel Îranê li xwe negirin û ew bo Rûsiyê bê parastin.
Rejîma Îranê bê hevahengî digel Rûsiyê heta niha ti biryarek girîng di danûstandinên Bercamê de nedaye û çûna Wezîrê Derve yê rejîma Îslamiya Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” bo Moskoyê bi tenê bo vê yekê ye ku rejîma Îranê ji biryarên Rûsiyê dernekeve.
Nûnerê Rûsiyê li danûstandinên Bercamê “Mikhail Ulyanov” bi belavkirina “Twitt”ekê ragihandiye: “Ebdullahiyan digel Wezêrê Derve yê Rûsiyê bi awayekî taybet li derheq danûstandinên “Bercam”ê ku di qonaxên dawiyê de ye , gotûbêjê dike”.