Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê, “Ebdulriza Rehmanî Fezlî” di nivîsekê de bo Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”, ji dabînnekirina vaksena Koronayê rexne girt û ragihand ku bi wê sedemê, nerizayetiya medenî ya xelkê zêde bûye ew name li ber destê nûçegihaniya “Iran International” de ye.
Di halekê de ku piraniya welatan bi lezgînî li pey dabînkirina vaksena Koronayê ketine, di Îranê de bi sedema fermana rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî”, kirîna waksenên herî baş û karlêker li ser vîrûsa Koronayê hatine qedexekirin û vaksenên erênekirî li saziya Navnetewî ya Tenduristiya Cihanî, bo Îranê kirîne ku ne bi qasa hewce ye û ne karlêkeriyeke wiha li ser vîrûsa Koronayê heye.
Li wê derheqê de, Wezîrê Hundir yê rejêma Îranê hoşdarî daye ku bi wê sedemê xelk zêdetir neraziye û roj bi rojê nerizayetiya medenî zêdetir dibe.
Herwisa “Fezlî” hoşdarî daye Hesen Rûhanî ku, li cîbicîkirina sinordanîn bo xweparastin ji Koronayê, bernameyekê darêje, nekû nerizayetiya medenî di civakê de zêdetir bûye.
Berê “Hesen Rûhanî” gotibû ku hekî pîşe û sendîkayan daybixin, heyameke din em dê li gel xwenîşandanên 30 milyon birsiyan dî Îranê de rûberû bibin.