
Kurdistanmedia: Wezîrê Çand û Îrşad Seyîd Ebas Salihî daye zanîn ku, 88% xelk, heya niha neçûne Sînemayan û nedîtine.
Li gorî nûçeyên navxweuyî yên belavbûyî, Seyîd Ebas Salihî Wezîrê Îrşad a rêjîmê daye zanîn ku, pitir ji Hezar Bajar di Îranê de ji îmkanatên Sînemayê bêparin û ji gorî amaran nêzîk 88% xelkê Welat heya niha neçûne Sînemayan.
Herwisa navbirî got: Nêzîkî 20 milyon ji heşemeta Welat hejarin û pêkhata riziye nava Bajaranda dijîn û di qirax bajaran de tevî pirsgirêkên jiyanê didomînin.
Ev gotinêt Wezîrê Îrşada rejîmê di demekê dane ku, bi dirêjiya temenê wê rejîmê, tu core giringî û bihayek bi Çand û Edetên neteweyên ku di Îranê de dijîn, nehatiye danê û ji bilî Çanda Netewa ser dest û Îdulojiya Rejîmê, baskirin û geşeya Çanda netewên jêr dest qedexe bûye.
Ewe 40 Sale ku hemû Sînema, şano, Televîzyon, Radiyo, Çapemenî û hwd… bo neteweyên xeyre Faris hatine qorixkirin û di xizmeta berfirehkirina Çand û Îdulojiya Rejîmê û neteweya Fars de ye, lewra jî her ji berê ve heya niha xelk ji wan îmkanatan bêparin.