Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Îtilaata rejîma Îranê îtiraf kir ku dengê ragihandinên dijberên Îranê di dilê ciwanan de dimîne

12:36 - 6 Hezîran 2022

Di halekê de ku rêberê rejîma Îranê îdia dike ku xelk digel rejîmê ye, Wezîrê Îtila`ata rejîma Îranê berevajiyê gotina rêber, gotiye dengê ragihandinên li dijî rejîma Îranê di dilê ciwanan de dimîne.

 Wezîrê Îtila`ata rejîma Îranê “Îsmaîl Xetîb” berevajiyê gotina rêberê rejîmê “Elî Xamineyî” ku îdia kiribû “xelkê Îranê guhnadin bi gotinên dujminan û digel nizama Îslamî ne”, îtiraf kir ku dengê ragihandinên dijberên rejîmê li dilê ciwanan de dimîne.

Berpirsên rejîma Îranê bi sedema aloziyên siyasî, civakî, navnetewî û serhildana nerazîbûnên berfireh ên navxweyê Îranê, li derheq mijarên hestiyar gotinên cur bi cur û berevajiyê hev hene ku nîşan ji têkçûna rêveberiya rejîmê û nemana hevahengiya di hundirê rejîmê de ye.

Berpirsên rejîma Îranê ji tirsa xwenîşandanên xelkê her carê gotinekê diaxivin û nerazîbûnên xelkê Îranê bi hêzên derveyî Îranê ve girê didin û xelkê bi xapandî binav dikin.