Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê îtila`ata rejîma Îranê gef ji xwenîşanderên nerazî xwar

12:53 - 20 Gulan 2022

Wezîrê îtila`ata rejîma Îranê “Ismaîl Xetîb” gef xwar ku, dê li hemberî kombûnan û xwenîşandanên nerazîbûnan de bisekinin.

Wezîrê îtila`ata rejîma Îranê “Ismaîl Xetîb” tevî gefxwarina li xwenîşanderan, îdia kiriye ku ew nerazîbûn, fitneyên dujminan in û gotiye: “Emê li hember kesên ku bo kombûnên nerazîbûnan û herwisa nerazîbûnên neyasayî û xerabkariyan bernamerêjiyê dikin, dê bisekinin”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê liderheq binçavkirina 2 geştyarên xelkê Firansayê yên bi navê “Sîsîl Kûhler û hevjîna wî Jak Parî” îdia kiriye: “Ew geştyar nînin û sîxor in” û li pey rêzxistina sixoriyan bûne û  “Ehmedreza Celalî” jî sîxor e û cezayê îdamkirina wî qonaxên dadweriyê derbas kirine.

Herwisa wî wezîrê rejîmê îdia kir ku, dewleta Swêdê “Hemîd Nûrî” bi barimte girtiye!

Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ne ku, bi sedema rewşa xeraba aborî, li çend parêzgehên Îranê de xwenîşandanên berfireh ên nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê bi rê ve çûne û xelk rejîma Îranê sedema wê rewşê dizanin.

Rejîma Îranê bi gefxwarin li xwenîşanderan û binavkirina kesên sivîl û geştyar bi sîxorîkirnê, hewla aramkirina rewşê û bidestveanîna rewatiya jidestdayî a xwe dide lê, roj li pey rojê kirîzên cur bi cur dijwartir dibin û bêzarbûna xelkê ji vê rejîmê zêdetir dibe.