Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Karê Derve yê Almaniyayê: Baweriya me bi Îranê nemaye

12:10 - 13 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Almaniyayê ragihand ku, baweriya me bi rejîma Îranê nemaye û hewceye ku em lihevkirineke din a navikî digel Îranê pêk bînin.

Radiyo Denga Fransayê, roja Yekşemî 12`ê Gulana 2019`an, di raportekê de belavkiriye ku, Wezîrê Karê Derve yê Almaniyayê “Heiko Maas” di gotûbêja digel rojnameya “Bild Yekşeme” ragehandiye ku, Almaniya bawerî bi rejîma Îranê nemaye û hewceye ku Almaniya lihevkirineke din a navikî digel Îranê pêk bîne.

 “Heiko Maas”, di beşeke din a gotûbêja xwe de wiha got: Birastî bi van sebeban baweriya me bi Îranê nemaye, û hewceye ku lihevkirineke din ya navikî lidar bixînin, û ev yeka jî di her rewşekê de, ewlehîtirîn rêçareye bo pêşîgirtin li “destpêragihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî ye”.

Wezîrê Karê Derve yê Almaniyayê, di beşeke din ya gotûbêja xwe de ragehand ku: Bo rêçareyeke zelal bi armanca kontrolkirina bernameyên navikî yên rejîma Îranê, emê bi rêçareyeke baştir li gefaxwarinan bigihîjine bi encamê.

Her di vê pêwendiyê de, coda ji vê yekê ku, Almaniyayê baykod xistiye li ser çend kompaniyayên rejîma Îranê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, navenda amara odeya bazirganî ya Almaniyayê ragihandiye ku, bi sebebên baykodên li dijî vê rejîmê ji aliyê Amerîkayê ve, pêwendiyên aborî yên di navbera Alman û rejîma Îranê heya asteke xuya daketiye.

Li rêjeya li 150 kompaniyayên cuda yên Almaniyayê ku di salên derbazbûyî de, girêbestên bazirganî û aborî yên xwe yên digel rejîma Îranê vejokirbûn û di nav bazarên Îranê de hizora van hebû, lê, zêdetir li 90 ji van kompaniyane li welatê Îranê vekişiyane û niha tenê 60 kompaniyayên wî welatî  li bazirganîkirina digel Îranê mane ku, ev asta jî ber bi daketinê diçe.