Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Karê Derve yê Îranê li karê xwe vekişiya

17:03 - 26 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf dev ji posta hikûmetî a xwe berda.

“Mihemedcewad Zerîf” şeva borî bi boneya salroja “Dayîkê” li ser rûpela “Instagram” a xwe ev roj ji xelkê Îranê pîrozkir, û daxwaza lêborînê kir û nivîsî: “ Ez nikarim wê karê xwe berdewam bikim, ji ber tevahiya kêmasiyên ku di kar de hebûne, daxwaza lêborînê dikim.

Cêhgirê Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê, Êbad Mûsewî ev yek piştrast kir ku, Cewad Zerîf ji karê xwe vekişiya.

“Mihemedcewad Zerîf” di demekê de li karê xwe vekişiya ku, rejîma Îran di warê aborî de di rewşeke aloz û xirab de ye, û herwisa du sebebên navxwiyî û derve sedem dizane, niyet û karên fêlbazane yên “Mihemedcewad Zerîf” û wezaretxaneyê, ji aliyê Civata Navneteweyî ve eşkere bûne, û şerên nav hikûmet û xemsariyên wezareta derve li welat û herwisa “Alî Xamine`î” rêberê Îranê wekî pêykerekê çav li wê wezaretê dikir.

Her di vê pêwendiyê de, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî “Mike Pompeo” bêdeng nebû û li ser rûpela “Twittera” xwe nivîsiye, ew Zerîf û Hesen Rohanî pêşengên mafyayî yên olî ne, û em dizanin hemû biryar di destê Xamine`î de ne.”

Herwiha got: “Siyaseta me li hemberî Îranê nayê guhartin, û rejîm dibe wekî welatekî asayî reftar bike û rêzê li welatiyên xwe bigire.”