Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Perwerde û Hînkariyê: Hindek alî mamosteyan tûj dikin da ku di polên dersê de amade nebin

11:22 - 2 Şibat 2022

Wezîrê Perwerde û Hînkariyê yê rejîmê, Yûsif Nûrî derheq nerizayetiyên mamosteyan yên di heyamên rojên borî de hatibûn lidarxistin got: Hindek alî mamosteyan tûj dikin da ku di polên dersê de amade nebin.

Herwisa wî wezîrê rejîmê derheq hincetên lidarxistina civînên nerizayetiyên mamosteyan yên derheq amadenebûna di polên dersê de got ev mijara digel ti rêbazekê rêknakeve û em neçarin ji dêv û bavê dersxwanan re bersivek erênî bidin lê wuha me ti bersivek tuneye.

Yûsif Nûrî wezîrê Perwerde û Hînkariyê yê rejîma Îslamî a Îranê, bi cihê dabînkirina daxwazkariyên mamosteyan û herwisa bona tirsandina wan, şopandina daxuyaniya rêberê rejîmê weke pêngava duyem a şoreşê û nîmetek da hesband in .

 Herwisa wî wezîrê rejîmê bona ku  hem mamosteyan bitrsînin û hem jî daxwazkariyên mamosteyan cî bi cî nekin,  partiyên Kurd yên dijberê rejîma Îranê tawanbar kirin,  lêbelê, ev hereketa mamosteyan, tenê bi îrade û helwest wan bixwe bûye û   ku li hemberî nedadperweriyên rejîma biyûm de ravestan û di vê barê de ti aliyekî din tedaxul tunebûye.