Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Tendirustî di nameyekê de daxwaz ji Xamineyî kiriye ku bo heyama du hefteyan Îranê dibixe

12:42 - 2 Tebax 2021

Wezîrê Tendirustî yê rejîma Îranê “Seîd Nemekî”, roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, di nameyekê de bo “Elî Xamineyî”, Rêberê rejîma Îranê daxwaz jê kiriye ku navbirî û Şêwreya Bilind a Ewlehiya Netewî li derheq rewşa xirab a Koronayê biryarê bidin.

Di nameya “Seîd Nemekî” de hatiye, belkî daxistina du heftî û mifahwergirtin ji hêzên leşkerî bi merema retarên tund digel ew kesên ku rêkarên tendirustî binpê dikin, bibe bi alîkar.

Kêmtirxemiya berpirsan û pêşguhxistina metirsiyên wê nesaxiyê, bû sedema vê ku Îran bibe yek ji navendên tûşbûn bi petaya Koroyanê û veguhastina vê nesaxiyê bo welatên cîran.

Ji aliyek din ve jî, hevkarînekirina rejîmê digel welatên pêşkevtî ên cîhanê bo dabînkirina emraz û dermanên hewce, bû sedema vê ku xeleke zêde di Îranê de canê xwe ji dest bidin.