Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê tendirustiya rejîmê gefa gotina rastiyan xwar

13:40 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2020

Se`îd Nemekî wezîrê tendirustiya rejîma îranê ragihand ku hemî me neçar bikin, emê rastiyan bo xelkê bêjin.

Nemekî got: me di hember Korona yê de şikest xwariye û em serkevtî nebûne û me nekariye kontirol bikin.

Wî deshilatdarê rejîmê got: me gelek baş dizanî ku hekî em bazarê wekirî bihêlin û qedexeya hatin û çuyînê rakin, dê xisara Koronayê gelek zêde bibe û dê ji kontirola me derkeve û êdî em nikarin pêşiyê jê bigrin.

Navbirî ev rastî anî ziman ku rewşa abûriya welat hinde xirab bûye û êdî çi ji destê rejîmê nayê û bi gotina wî rejîm ketiye qedeman.

Ev deshilatdarê rejîmê di demekê de wan gotinan tîne ziman, ku rojane sedan kes bi sedema Vîrûsa Korona yê di Îranê de dimrin û hezaranê dinê tûş dibin û rejîm jî bi gotina Nemekî çi ji desta nayê û tenê temaşeçiye.

Se`îd Nemekî ragihand ku rewşa abûrî û jiyana xelkê welat hinde xirabe ku me nekarî biryarê bidin ku xelk dernekeve û xwe biparêze, hekî rejîmê biryarekî bi wî awayî bidabaya, bê guman hingê diba jiyana xelkê û hewcehiyên wan jî dabîn kiribana.