Berpirsê Derve yê Nivîsîngeha Siyasiya Hemasê “Xalid Meş`el”, roja Yekşemiyê 4ê Tîrmrhê, di hevpeyvînekê de digel kanala televîzyoniya “El-erebiye”yê, li derheq piştevaniyên rejîma Îranê li “Hemnas”ê bi tezekî got: “Tehran bi dana çek û alavên teknîkî alîkariyê dide wê girûpê”.
Herwisa navbirê gotiye: “Hizra me hêj girêdayî bi Îxwan El-muslimîn e, lê em tevgereke serbixwe ya Felestînê ne”!
Herwisa “Xalid Meş`el” gotiye: “Bernameya siyasiya Hemasê şerxwazane nîne, belkî xweragir û azadîxwazane ye”.
Navbirî di halekê de basa serbixwebûna wê girûpê dike ku rejîma Îranê bi armanca berbipêşvebirina siyasetên xwe yên îdeolojîkî û herwisa dijayetîkirin digel Îsraîlê, alîkariyê Hemas û girûpên dinê dike.