Deshilatdarên rejîma Îranê û bi taybet bi agehdarî û serperestiya Sipaha pastaran a terorîst, li Başûrê Îranê Xaka Îranê hildigrin û bi awayê qaçax difiroşne welatên Erebî yên der dora Kendawê.
Gorî îtrafa seroka firaksyona jîngehê li meclisa rejîmê de, zêdebarî qedexeyî ya yasayî, Xaka Îranê bi qaçaxî bo welatên Erebî tête firotin û veguhestin.
Sumeye Refî`eî seroka firaksyona jîngehê li meclisa rejîmê, li wê derheqê de go: ev pirse dide xuyakirin ku netenê em giringiyê nadne Xaka xwe û bikar naînin, belkî em şahidin ku berdewam Xaka Îranê bi awayê qaçax bo welatên Erebî tête veguhestin û firotin.
Firotina Xaka welatan li gorî yasaya navnetewî qedexeye, û hekî kesek yan bandekî qaçax wî karî bike, divê bi giranî bête cezadanê.
Wê deshilatdara rejîma Îranê tewî îtraf kirin bi firotina Xaka Îranê bi welatên Erebî, got: Xaka Başûrê Îranê bi qaçax tête talan kirin û firotin, û rejîm jî ne ji wê meselê dipirse û ne kesê ceza dide.