Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî 1 milyard “EURO” bo berevanîkirin di hember Koronayê de erê kir

11:51 - 7 Nîsan 2020

Serkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî, 12 roj beriya niha daxwaz ji rêberê rejîma Îranê kiribû ku îznê bide ji bo berevanîkirin di hember nexweşiya Koronayê, 1 milyon “EURO” di sindoq geşepêdana nîştimanî de hilgire, lê Rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî piştî 12 rojan daxwaza Serkomarê rejîmê erê kir.

Eve jî di halekê de ye ku, Elî Xaminyeî piştî 12 rojan amade bû ku 1 milyard “EURO”ê li sindoqa geşepêdana nîştimnî hilgire, lê amad nebû yek tumenî jî ji darayiya xwe ji bo berevanîkirin li hember Koronayê hilgre.

Elî Xamineyî împiratorê malî ê cîhanî, xwediyê 95 milyard dolar e. ji aliyek din ve jî, balyozxaneya Amerîkayê di Îraqê de, sala 1397`an li ser rûpela xwe a “Facebook”ê, darayiya rêberê rejîma Îranê bi 200 milyard dolar dabû zanîn.

Pêka amara ku balyozxaneya Amerîka di Îraqê de ku sala 1397`an dabû, dariya rêberê rejîm Îranê 200 milyar dolar e, hekî zêdetir nebûbe kêmtir nebûye.

Lê ya balkêş eve ye, çima rêberê rejîmê heya niha jî yek tumen ji darayiya xwe bo berevanîkirin di hember Koronayê terxan nekiriye?

Rejîma Îranê ku welateke “RANTΔ ye, ku ji aliyê berhemanîna neftê ve 4`emîn welatê cîhanê ye, heya niha jî xelkê Îranê di bin siya hejarî de dijîn.

Tevî wê nesaxiyê jî ku hate ser wan kil û derdên hevwelatiyên Îranê, dîsanê jî rêberê rejîma Îranê, amade nîne alîkariya malî bide xelkê Îranê û wê pareyê terxanê girûpên girêdayê xwe di Îraq û Sûriye û welatên din de dike, ku ewlehiya deverê têk bide