Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî bo peçavtina herifîna rejîma xwe, hewara xwe biriye ber ”Cin”an

10:35 - 24 Adar 2020

Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê bi meqseda peçavtin û perdepoşkirina herifîna deshilat û rejîma xwe, hewara xwe biriye ber “Cin” û “Meçêtiran”, û ev weke dujminê Îranê hesibandin.

Xamineyî bi mifah wergirtin û şirova ayata Qurana pîroz gotiye: Hem dujminê “Cin” û hem dujminê “Ins” heye û ew jî di gel hev kar dikin. Sistema zaniyarî wergirtina piraniya Welatan bi dijî me alîkariya hevdu dikin.

Ewa cara yekem nîne ku rêberê rejîma Îranê bi wehim diaxive û dujminê xeyalî ditarişe û çêdik, û hemî Cîhanê weke dujmin dihesibîne.

Vê carê Elî Xamineyî bi dujmin zanîna hemî Cîhanê bi dijî xwe û rejîma xwe nesekinî, belkî “Cin” û “Meçêtir” jî bi dujminê xwe hesibandin.

Xamineyî berdewam bona perdepoşkirina cinayetên xwe, basê dujminê derekî kiriye, û vê carê bona razîkirina alîgirên xwe basa dujminayetiya “cin”an jî kir.

Ev axivtina Xamineyî ku weke peyama Newrozê hate weşandin, lê destbicih dezgehên ragihandinê ye rejîmê, ev para qisên Xamineyî li ser egera êrîşa dujminkaraneye “Cin” an, qetandin û belaw nekirin.