
Elî Xamineyî rêberê rejîmê, di hikmekê de, Pastar elî Larîcanî serokê 3 gerên 8, 9 û 10e Meclisa rejîmê, weke şêvrdarê xwe û endamê Kora berhevdana berjewendiyên rejîmê, diyarî kir.
Elî Larîcanî xelkê Bajarê Necefa Îraqê ye, ew û di gel 3 brayên xwe yên dinê her di rojên piştî hatina serkare rejîma Îslamî di Îranê de, weke morên kilîdî kevtne nava bazna deshilatê û tu hêz û kesekê şiyana derêxistina wan di nava vê bazana deshilatê de çinîne.
Elî Larîcanî,serokatiya navenda xeberiye deng û rengê rejîmê girte ustê xwe, bi dûde cêgiriya 3 wezaretan pê hate sipartin, ji wan wezareta Sipaha Pastaran, piştî hingê bû cêgirê serokê Sitada hevpare sipahê, dewleta 5 ê de bû Wezîrê ferheng û irşada Îslamî, pitir ji 10 salan berpirsê Deng û Rengê rejîmê bû, serokê 3 gerên Meclisa rejîmê bûye.
Elî Larîcanî diçe meclisa berhevdana berjewendiyên rejîmê, ku birayekî wî yên dinê bi navê Sadiq Larîcanî livê ye û ev jî pêşte seokê dezgeha qezayî ye rejîmê bû û niha serokê vê şêvrê ye.
Gelek caran tête gotin ku malbata Larîcaniyan 3 qulçê deshilata Îranê girtine destê xwe, û hêza Abûrî, Siyasî û Serbazî di destê wan de ye. Û Dewlemendtrîn kes û malbatên di Îranê dene û hemî ev serwetejî di hemen bazana deshilata rejîmê de bi dest xistine.