
Kurdistanmedia: Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê, gefa ji navbirina hikûmeta Îsra`îl xwar û banga girûp û aliyên girêdayî rejîma xwe kir ku, çi ji destê wan tê bona ji navbirina Îsra`îl bikin.
Elî Xamineyî roja derbasbûyî di axivtinekê de, careke din gef xwar ku ew li cehda ji navbirina bi yekcarî ya hikûmeta Îsra`îlê de ne û got, zû yan direng emê Îsra`îl ji nav bibin.
Elî Xamineyî banga girûp û aliyên girêdayî bi rejîma xwe kir ku çi ji dest wan tê bona ji navbirina Îsra`îl bikin.
Herwisa Elî Xamineyî bi meqseda çewtekarî û xelk xapêniyê di axivtina xwe de got: Gava em basa ji navbirina Îsra`îl dikin, meqseda me xelkê cihû nine, belkî emê Îsra`îl ji navbibin.
Rejîma tevdançî ya Xamineyî eve 40 sale silognana dijayetiya Îsra`îl, bo xwe kiriye dukan û bazar bona sepandina hêjmoniya xwe bi ser dewera Rojhilata Navîn de, û dehan girûpên terorîstî ên girêdayî bi xwe çêkirine, da ku li rêya wan ve nehêlin dever ewlehiyê bi xwe ve bibîne.
Ev girûpane bi pare û çek û piştîwaniya rejîma Îranê, têne teyar kirin û bi milyardan serweta xelkê belengaz ê Îranê bi wan taqmane tête danê.