Hesaba Înistagramî ya “Elî Xamineyî”, rêberê rejîma Îranê vîdiyoyek belav kiriye û di vê vîdiyoyê de rexne li “Hesen Rûhanî û Elîekber Haşimî Refsenvanî” girtiye.
Xamineyî di vê girtevîdiyoyê de bas ji danûstandina digel Amerîkayê dike û civînkirin digel Amerîkayê ret dike.
Rêberê rejîma Îranê, rû ji “Haşim Refsencanî” dibêje: “Min bo vê ku digel Amerîkayê pêwendiya me nebe hin sedem bo wî bas kir, ku navbirî ti bersivek bo axavtinên min nebû”.
Elî Xamineyî berê jî di dîdarekê digel fermande û hêzên leşkerî ên Îranê de gotibû: “Civînkirin û danûstandin digel Amerîkayê hêla sor û qedexe ye”.
Rêberê rejîma Îranê carekê jî, li rêûresma sî û yekemîn salmerga Xumeynî de, bas ji axavtinên Serkomarê Amerîkayê li derheq rêberên wê rejîmê kir û huşdarî da: “Nêzîkê Amerîkayiyan nebin”.