Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî hilkişya ser minberê û kevte gef û diruşman

11:09 - 18 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Elî Xamineyî rêberê rejîmê, piştî 8 salan careke dinê  hilkêşiya ser minbera xutba Înê û careke dine kevte gef xwarina ji Amerîka û Ewrûpa û bona sergirêdana dawûdestkên xwe diruşm dan.

Lê ewa ku girîng bû balde neçu.

Xamineyî basê serhildana xelkê Îranê ya li meha Xezelwerê nekir ku pêka amarên nefermî pitir ji 1500 kes ji xwenîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê û bi fermana Xamineyî hatine kuştin û hezaran kes hatine girtin û nahajî kes nizane çarenivîsiya wan çiye, û nihajî cinazê kuştiyan nedane malbatên wan û rejîm amade nine li wî warîwe amaran eşkere bike.    

Xamineyî li axivtina xwe de bi çi avayekê basê felaket û malvêraniya xelkê lêqewmiye Sîstan û Belûçistanê nekir ku bi hegera rabûna Lehiyê pitir ji 500 gundên vê dewerê kevtine bin Avê, heta niha rejîmê tu alîkariyek bi wan nekiriye û tu êk ji berpirsên rejîmê bal wande neçone. Ewajî li demekê daye ku Xamineyî bo rabûna Lehiyê li Pakistan û cihên dinê rondikan dibarîne.  

Li demekê de ku Elî Xamineyî Fermandê giştiye hêzên çekdare rejîmêye û Mûşek bi fermana rastewxweye wî têne teqandin, Firoka Okraynî ji aliyê Sipaha terorîst we hate xistin ku 176 kes bûne qurbanî, û sipaha pasdaran xistina wê kêşa ustê xwe, çima Xamineyî daxwaza lêborînê ji Okraynê nekir û çima hevxemî di gel malbatên qurbaniyan nekir û serxweşî neda wan?  

Xamineyî di cihê wan mijarane, her wekî hercar kevte gef xwarin ji Amerîka û welatên Rojawayî, û hevdem gotinên tûje şer xwazî û  berfireh kirina terorê, gef bona ne hêmin kirina Rojhilata navîn, danana hemi serwet û heyîya Îranê li xizmeta girûpên terorîstiye Dewerê.