Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî li ber tirsa ku heye, fermanderên payebilind diguhere

12:19 - 1 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê, û destpêkirina dorpêçan, rêberê rejîma Îranê li ber tirsa ku heye fermanderên payebilind ên xwe diguhere.

Li gora nûçegahiyên navxweyî ên rejîmê, roja Pêncşemiyê 10`ê Befranbarê Xamineyî di du hukmên cuda de, Elîriza Tengsîrî wekî fermandarê hêzên deryayî ên Spaha Pasdaran û Elî Fidewî wekî cihgirê hevahengîkerê vê hêza deryayî diyarî kir.

Xamineyî vê cihguherînê û destnîşankirinên nû bi armanca bilindkirina “karayî”ya Spaha Pasdaran bo amadebûna zêdetir bona parêzgarîkirin ji rejîmê û deskevtên wê encam dide.

Navbirî çavnbihêriya xwe ji Elîriza Tengsîrî weha eşkere kirye: Bikaranîna hêzên mirovî ên dîndar û înqilabî, bilindkirina asta zanyariyan, lêzanî, kelûpel û hewcehiyên deryayî, û bidestvegirtina zanyariyan, û hevdem vegeşîn û amadebûna leşkerî û …hwd.

Herçend ku armanca Xamineyî ji dîtingeha wî bixwe ve, tenê vegeşîna di warê zanistî û nîzamî de ye, lê ew rewş tenê vê yekê nîşan dide, ku rejîm derheq man û berjewendiyên xwe, tirseke bêqas heye, û dixwaze bi guherîna cih û rakirin û danîna hin kesan vê tirsê verevîne.