Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî neberpirseyetiya xwe dêxe stuyê welatanên Rojavayî

12:58 - 9 Nîsan 2020

Rêberê rejîma Îranê îro roja Pêncşemî 21`ê Xakelêwe, li derheq Nîmeya Şeibanê” axivî û di axavtinê xwe de welatên Rojavayî nadadperwerane û neberpirsyarane di karûbarên welatên xwe de dazanîn.

Rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî got: “Eva ku di welatên Rojavayî de qewimî hin ji wan bûyeran ji aliyê televîziyonên me ve hatine belavkirin û hin jî nayêne belavkirin, eva ku dewletek dest bi ser masik û lepikên welateke din de bigre, qewimî bû, yan jî xelk di welatên wan de êrîşê ser firoşgehan dikin, yan çend kesek bi sedema destmalên destavê bi canê hev dikevin .

Axavtinên rêberê rejîma Îranê di halkekê de ye ku, di heyama çend rojên derbasbûyî de dema ku saziya Tendirust a Cîhanê, mask û dermanên dijegemar bo Îranê şandin, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê ew derman û mask bi xelkê nedan û di nav bazarên reş de bi nirxên çend hember difirotine xelkê.

Rêberê rejîma Îranê, tevî baskirin ji kiryarên welatên Rojavayî, ti basek ji anîna vîrûsa Koronayê li Çînê û balafira “Mahan”ê nekir.

Rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî di axavtinên xwe de basa qurbaniyên nexweşiya Koronayê di cîhanê de kir û daye zanîn, ku 1 milyon kes bi sedema koronayê di cîhanê de canê xwe ji det dane û amara qurbaniyên du şerên cîhanî nêzî 10 milyon kes daye zanîn.

Eve jî di halekê de ye ku heya niha di cîhanê de 80 hezar kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane, û di du şerên cîhanî de jî, zêdetir ji 50 milyon kes canê xwe ji dest dabûn.