Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî piştî nemana Refsencanî û Şahrodî, serkutkerekî din danî ser kursiyê wan

11:26 - 31 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Xamineyî bi derkirina hukmekî, Sadiq Larîcanî danî ser kursiyê ku pêştir serkutkerên wekî Refsencanî û Şahrodî li ser dirûniştin.

Elî Xamineyî rêberê Rejîma Îranê roja Yekşemiyê 30`ê “Desamber”ê bi derkirina hukmekî Sadiq Amiliyê Larîcanî serokê Dezgeha Dadweriyê, wekî serokê Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê diyarî kir.

Navbirî li ser kursiyê Şahrodî rûnişt. Şahrodî roja Duşemiyê 24`ê “Desamber”ê di temenê 70 saliyê de mir.

Larîcanî ji sala 2009`an ve serokê serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê bû, û ji wî wekî yek ji cihgirên îhtimalî ên Elî Xamineyî tê baskirin. Li ser bingeha hindek raporên ku hêşta nehatine piştrastkirin, di mehên bê de, Îbrahîm Reyîsî wê bibe cihgirê Larîcanî di Dezgeha Dadwerî de.

Haşimî Şahrodiyê temen 70 salî li Necef a Îraqê de ji dayîk bibû, û kesekî kilîdî bû di çêkirina pêwendiyên di navbera rejîma Îranê û Şî`eyên Îraqê de.

Şahrodî di sala 1373`an de bibû endamê Konseya çavdêriyê (Şêvra Nigehban), û ji sala 1378`an pêde bo heyama deh salan serokê Dezgeha Qezayî bû.

Ew di sala 1396`an de bû serokê Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê, lê bi sedema nexweşiyê kêmtir diçû ser kar.

Di dewrana serokatiya Şahrodî di Dezgeha Qezayî de bi sedan kesî bi fermana wî hatin îdamkirin.

Daxistina çapemeniyan ên ser bi reformxwazan di sala 1379`an de, di dewrana wî de bûn.

Dadgehîkirina hejmarek ji girtiyên xwenîşandanên sala 1388`an di dema serokatiya wî di Dezgeha Qezayî de bû.

Şahrodî herwisa nûnerê Meclisa Xibrigan û cihgirê serokê wê jî bû.

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê bûn ku şahrodî dikarî şanseke zêdetir hebe bo cîgiriya Xamineyî.