
Kurdistanmedia: Xamineyî roja Yekşemî, 21`ê Rezberê, di civînek; de li gel hinek ji endamên Sipaha terorîste pasdaran ragihand: dibe Sipah bi hemû cure emirazên leşkerî bê teyar kirinê.
Xamineyî rêberê Rêjîmê ji Sipaha pasdaran xwest ku hemû teknolojiyeke Serbazî û çekan di binkeyên xwede berhem bînin û xwe teyar bikin.
Rêberê rêjîma terorist, di rewşekê de vê daxwazê ji Sipahê dike ku aloziyên nawbera Îran û Amerîka û her wisa Erebistanê tundtir zêdetir bûne.
Rola Sipaha Pasdaran di salên borî de li siyaseta hundirî û derwe ye Îranê, roj bi roj zêdetir dibe û nexûyaye ku dê heya çi astek yê zêdetir bibe.
Sipaha pasdaran serekîtirîn hêza tepeserkere rêjîma terorîsta Îranê ye û bi hêztir bûna wê bi wateya terora pitir û tepeserkirina berfirehtire heçî dengekî nerazînûnê li Îranê deye.