
Kurdistanmedia: Di civînekê de ku Xamineyî piştî kuştina Qaism Silêmanî û hevalên wî bo derdorên xwe girt, bêwêrekî têde diyar bû.
Roja Çarşemî 18`ê Befranbarê, Xamineyî civînek bo kesên derdên xwe û pasdar û axûndên nêzî xwe pêk anî, di wê civînê de basa kuştina Qasim Silêmanî û hevalên wî û herwisa êrîşa mûşekî a Spaha Pasdaran bo ser axa Îraqê kir.
Di wê civînê de Xamineyî tevî îşarekirin bi tawanên Qasim Silêmanî yê terorîst li Sûriye, Lubnan û Îraqê, ku ew tawanane bo dijayetiya Amerîkayê kiriye, ji bo wê Amerîka li şikestina bernamên xwe tore bûye û Silêmanî kuştiye.
Di vê civînê de Xamineyî daye nîşandan ku mebesta wan li rêûresma nimayişa çalkirina Silêmanî û bi zorî anîna xelk bo wê rêûresmê, weşartina kirîzên navxweyî bûye û got, ku ev yekrêziye ku di jêr tabûta Qasim Silêmanî de hatiye afirandin, dibe bê parastin.
Eva ku cihê balkêşanê ye, her Xamineyî bixwe û hemû amadebûyên civînê ku kesên nêzîkê Xamineyî bûn, ti wêrekek wan nemabû û heta di dema gotina siloganan de, Xamineyî ji wan tore bû û got ku xuyaye mandû bûne.
Berpirsên rejîmê û heta Xamineyî bixwe baş dizanin ku di wan bûyerên wê dawiyê de, xîmê rejîma wan ber bi hilûşînê ve diçe û ji bo vê jî, wêreka wan hatiye xwarê.