Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî: We tu baweriyek bi Ewropiyan tunebe

11:50 - 30 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Xamineyî roja Çarşemiyê dîsan gotûbêja bi Amerîkayê re ret kir, û got ku nabe dewletê bawerî bi qewlên Ewropiyan hebe.

Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê di merasima Eyda Xedîr de axavtinek kir, ku di vê merasimê de Rûhanî û endamên heyeta dewleta wî jî amade bibûn. Di vê merasimê de serbarê vê ku Xamineyî cardin pêdagirî li ser qedexebûna gotûbêja bi Amerîkayê re kir, got ku gotûbêja bi Ewropiyan re kêşe nine, lê nabe we hêvî bi Ewropiyan hebe di pirsên wekî Bercamê yan aboriyê de.     

Xamineyî got ku hekî Bercam jî nekare berjewendiyên neteweyî ên Îranê garantî bike, emê wê danên qeraxê.

Navbirî di dirêjiya axavtinên xwe de, mijara gotûbêja bi Amerîkayê re ret kir, û got ku ew manoran didin û dibêjin ku emê heta rejîma Îranê jî bikêşin ser maseya gotûbêjê, ku wisa bû, her wekî ku pêştir jî min bi eşkere ragehand, tu gotûbêjek di gorê de nine.

Wî pêştir gotibû ku ew wextekê dikarin têkevin nava leyîza metirsîdar ya gotûbêja digel Amerîkayê, ku di warê siyasî û aborî û çandî de em gihîştibin hêza hewce, û zextên wan nekarin tu bandorekê li ser me bikin, lê carê gotubêj bi zirara me ye, û qedexe ye.

Ew axavtin di demekê de hatin kirin, ku Trump serkomarê Amerîkayê, ku welatê xwe ji rêkkevtina Bercamê derxistiye, û tehrîm vegerandine ser rejîma Îranê, di van hefteyên dawiyê de, bo gotûbêja bi Îranê re, raeghand ku heta bi bê şert jî, dikare bicive.

Piştî vê ku rewşa bazara dirav têk çû, Ruhanî rastî gellek rexneyan hat, û heta gellek ji neyarên dewletê daxwaza vêdeçûna Ruhanî kirin.  

Ruhanî jî derheq vê rewşa xirab ya aborî heya niha çendîn carî ragehandiye ku birêveberî û çavdêrîkirina dewletê bê kêşe bûye, û ew kêşeyên ku niha hene, li destê kabîneya dewletê de nînin.