Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamne`î cihên fermanderên terorîstan diguhere

17:15 - 22 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rêberê rejîma Îslamî a Îranê, di biryarekê de, Mihemedelî Ce`iferî li ser posta wî vêde da û pasdarê terorîst Husên Selamî li şona wî danî.

Roja Yekşemî 1`ê Banemera 1398`an, Elîxamne`î rêberê rejîma Îslamî a Îranê, pasdarê terorîst Husên Selamî li cih Mihemedelî Ce`iferî danî û ev biryara Xamne`î piştî vê hate cîbicîkirin ku, Amerîkayê Spaha Pasdaran wekî saziyeke terorîstî da naskirin.

Fermanderên terorîst yên Spaha Pasdaran zêdetir bo dewreyeke 2 heya 5 salan ji aliyê Xamne`î ve tên diyarîkirin, lê, Ce`iferî 12 sal bû ku posta fermandehiya giştî a Spaha Pasdaran a terorîst li stûyê wî bûye.

Terorîst Husên Selamî, yek ji van kesan bû ku gefa êrîşa mûşekî li dijî Ewropa û Îsra`îlê dixwer, û li ser gefên xwe pêdagîr e.

Navbirî bi fermî bas ji vê kiriye ku, zêdetirî li 100 hezar mûşek hene, û em  çavnihêrê biryarêne da ku welatê Îsra`îlê pê bi pêkin.

Pasdarê terorîst 8.mîn Fermanderê Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê ye.

Saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, çavdêriya siyasî û aboriya Îranê li dest deye û mezintirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de.