Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xanenişînan kombûna nerizayetiyê lidar xistin

12:57 - 27 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 26`ê Kanûna Pêşîn, xizmetkarên xwedingehên Îranê derheq kêmbûna heqdest û nebûna şiyana dabînkirina dahata jiyana xwe li pêş deriyê meclîsa rejîmê xwenîşandan lidar xistin û nerazîbûna xwe anîne ziman.

Herwisa di bajarên cuda ên Îranê de, ji ber kêmbûna heqdest, gendeliya berpirsên rejîmê, binpêkirina mafê welatiyan, soz û qewlên vala ên dewleta Re`îsî, nebûna şiyana dabînkirina derbasiyê, xanenişînên îdare û karxaneyên weke, xanenişînên îradeya moxabrat ya bajarê Tehranê, xanenişînên îdareya Ewlekariya Civakî (Te`imîna Îctma`î) ya bajarê Kirmaşanê, xanenişînên karxaneya Pola ya li bajarê Xûzistanê, xanenişînên karxaneya Pola ya li bajarê Îsfehan, heywandarên bajarê Gorganê, xanenişînên kangeha Elborzê ya li bajarê Damxanê, xwenîşandanên nerazîbûnê lidar xistin.

Xanenişînan di kombûna nerazîbûnê de, siloganên weke “ne meclis û ne jî dewlet di fikra welatiyan de nîn in”.

Ji ber rewşa xirab a jiyanê, givaşên aborî, nebûna hêlên kar, betalbûna karxane, bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyanê, binpêkariyên mafê welatiyan ji aliyê navendên cuda ên rejîmê û herwisa xemsariya berprisên rejîmê li hember astengî û pirgirêkên ku pêsîra welatiyan girtiye, êdî sebir û bêhnfirehiya xanenişîn û heywandarên welat bi dawî hatiye û di wan rojên dijwar û sar ên zivistanê de ev neçar kirine da ku wan şeqamên sar hilbijêrin û bi vî awayî nerazîbûna xwe bînine ziman.