
Roja Sêşemî 3ê Tebaxê, xaniyê helbestvanê navdearê Kurd ê serdema Komara Kurdistanê û sernivîskarê govara “Helale” mamosta “Ebas Heqîqî” di bajarê Bokanê de bû bi mozeya çandî.
Hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê di rêûresma vekirina vê mozeyê de rêgirî ji hatina piraniya kesayetî, helbestvan û nivîskarên bajarê Bokanê kiribûn ku beşdarê wê rêûresmê nebin.
Sedema vê yekê ku rejîmê rêgirî ji beşdariya wan kesan li rêûresmê kiriye ev e ku, karbidest û binav nûnerên bajarê “Bokan”ê xwestine birêvebirina wê rêûresmê bi navê xwe bidin xuya.