Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xatemî: xelk bo hilbijartinên bê de piştevaniya me nakin

12:25 - 7 Adar 2019

Kurdistanmedia: “Mihemed Xatemî” berpirsê yê bi nav reformxwazan di axavtinên xwe de îtiraf kiriye ku, êdî xelk bo hilbijartinên bê de, piştevaniya wan nakin.

“Mihemed Xatemî” serkomarê berê yê rejîma Îranê, di serdana xwe ya endamê “Firaksiyona Hêviya meclisê” de gotibû: Êdî gellek dijware ku em ji xelkê re bêjin bo hilbijartinên bê de, dedengê xwe bidin me, gelo hûn difikirin di dewra bê ya hilbijartinan de, bi axavtinê me xelk bên bo ser sindoqan, ji vê yekê bawer nakim ku xelk guh bi axavtinên me bidin.

Di sala bê de hilbijartinên meclisê ya Şêvra Îslamî wê bê  lidarxistin, û xelk di encama hilbijartinên serkomarî yên sala 1388`an ku nerazîbûnên xwe nîşan danbûn, “Mihemed Xatemî” li şûnda, xelkê bo beşdarîkirin li hilbijartinên serkomarî û meclîsa şêvra a Îslamî vedixwîne.

Herwisa navbirî bixwe jî wê rastiyê dizane ku, ew soz û qewlên  wan yê derev xwe ji xelkê re dabûn, hatine eşkerekirin, û bixwe jî dizanin ku, êdî baweriya xelkê bi soz û qewlên derev yên wan nemane, û di hilbijartinên bê de, kes piştevaniya wan nake.