
Rêkevta 24`ê Befranbara sala 1399`an endamekî PDKÎ yê bi navê “Xebat Bayezêdî Ezr” kurê “Mistefa” û xelkê bajarê Pîranşarê bi sedema qezaya hatinûçûnê koça dawiyê kir.
Xebat li 4`ê Sermaweza sala 1365`an ji dayîk bûye.
Navbirî bi hebûna hesta nîştimanperweriyê, tevlî refa endamên nehênî yên PDKÎ di navxweyê welat de bûye û bo birêvebirina her erkekên hizbê yên pêhatî spartin amade bûye.
Ew endamê dilsoz heya dawiya jiyan xwe bi armancên şehîdan emegdar bûye, û termê xwedêjêrazî di nav girseya wî de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.