Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebata Partiya Demorkat rejîma Îranê dihejîne

18:58 - 22 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Çalakî û têkoşîna endam û alîgirên PDKÎ, şer û du alî xistiye di navbera karbidestên rejîmê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanemdia”yê, li avahiya fermandariya bajarê Pawe, civînek di navbera Fermander û berprisê Spah û îtila`ata rejîma Îranê hate lidar xistin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê kiriye ku di vê civînê de,derheq hildana alaya Kurdistanê li ser çiyayên bajarê Pawe û kar û çalakiyên endam û alîgirên PDKÎ axavitine.

Hevdem li gorî vê raporê bi awayekî tund gef ji fermander û berprisê Spah û îtila`atê hatiye xwerin.

Herwisa di vê civînê de, ji berprisê îtila`ata Spahê re hatiye gotin ku, hûn wira çi dikin, bo heyama du rojan alaya Kurdistanê hatiye hildan, û xelk çûne bo serdanê û kurte vîdyo jê girtine.

Piştî vê civînê berprisên payebilind yên rejîmê yên li bajarê Pawe, destûr ji hemû binke û navendên rejîmê yên li wî bajarî re dane ku, endam û alîgirên Hizba Demokrat desteser bikin.

Ev helwêst û gefên karbidestên payebilind yên rejîmê di Kurdistanê de, vê yekê nîşan didin ku, piştevaniya xelkê li PDKÎ hertim tirs xistiye nav dilê karbidestên rejîmê.

Hevdem çalakî û têkoşîna endamên PDKÎ, “Ne”yeke qahîme bi desthilata rejîma Îranê di Kurdistanê de.