Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarê kevnare kurd bi nesaxiya korona yê koça dawî kir

13:59 - 6 Tebax 2020

Roja Pêncşemiyê 6ê Tebaxa 2020 an, xebatkarê kevnare nava tevgêra rizgarîxwazane ya Kurdistanê, rêzdar Celîl Gadanî, bi sedema Vîrûsa Korona yê, canê xwe ji dest da.

Gorî zaniyariyan, Kak Celîl Gadanî, siyasetmedarê xuya ye Kurd piştî nêzîk bi 7 dehkan xebata siyasî û berçav, koça dawî kir.

Xebatkarê kevnar kak Celîl Gadanî, bo çendîn dehkan endamê PDKÎ û çend devran jî endamê rêberî û endamê Deftera Siyasî a PDKÎ bû.

Gorî zaniyariyan kak Celîl Gadanî heyamê hefteyekê bû bona çareseriya nexweşia Korona yê, di yêk ji nexweşxanêt Herêma Kurdistan ê li jêr zêrevaniya pizişkî de bû ku mixabin bi sedema wê nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Emê piştre her aliyekê ji daxûyaniya fermiye PDKÎ bi bone ya koça dawiya Kak celîl agehdar bikin.