
Kurdistanmedia: “Pirtûka jiyan û serpêhatiya” Feyîzolah Rohanî, li pirtûkxaneya Kurdî hate zêde kirin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye, ku Pirtûka jiyan û serpêhatiyên Feyîzola Rohanî, naskirî bi Mam Fêyîze Kaşterî, hate çap û belavkirin.
Ev Pirtûka, serpêhatî û jiyana Mam Fêyîze, û parek ji serpêhatiyên van şerên ku, heval û hevçeperên navbirî tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bûne li xwe digire.
Mam Fêyîze ev serpêhatiyane bi deng xwe rîkort kirine, û piştre Hemdî Husêyînî, yek ji kadrên PDKÎ nivîsiye, û herwisa Nûşîrewan Xîştendar, pêşmergê PDKÎ jî, typkirina vê bi stûyî xwe girtiye, ku ji aliyê Ajwan Rohanî, kurê navbirî hatiye çapkirin.
Feyzûla Rohanî, naskirî bi Mam Fêyîze Kaşterî, li sala 1330`î, li gundê Kaşter a girêdayî devera Bêlewar a ser bi bajarê Kamyaranê jidayîk bûye, û Mam Fêyîze li sala 1358`an, tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ dibe, û heya niha jî, li nav rezên pêşmergeyên PDKÎ, vê erka pîroz birêve dibe.