Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat serdana malbatên şehîdan dikin

13:40 - 28 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Komek ji endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Sine a qehreman, serdana malbatên şehîdan kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, komek ji endamên PDKÎ û dilsozên xebatkar li devera “Jawaro” a girêdayî bajarê Sine, serdana malbatên şehîdên hizbê kirin.

Endam û alîgirên PDKÎ di vê serdanê de, bi nîşaneya pêzanîn û bîranîna yada şehîdan, axabanî(camane) ku sembola pêşmerge û Kurdayetiyê ye, li serê dayîk û endamên malbatên şehîdan kirin.

Hevdem qehremanên Demokrat ji bo nû kirina peymanê digel rêbaza şehîdan, li gundê “Slîn” a girêdayî bajarê Merîwanê çalakiyên tebilîxî lidar xistin.