
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi piştevaniya Partiya Demokrat, û Hêza Pêşmergê Kurdistanê, bi rengekî berdewam çalakiyên tebilîxî bi rê ve dibin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, qeheremanên Demokrat û xelkê xebatkar yê Kurdistanê, bi lidarxistina çalakiyên teblîxî bi rengên cuda, piştevaniya xwe ji Partiya Demokrat ducarî dikin.
Ciwanên Demokrat li bajarê Bokanê, li ser riya bajarê Bokanê heya çiyayê “Berdezerd” û derdora qebra çiyagerê navûdeng yê Kurd, yê bi navê “Muqbil Hûnerpejûh” çalakiyên teblîxî encam dan.
Xebatkarên Demokrat di van çalakiyan de, bi hildana alaya Kurdistan û belavkirina wêneyên rêberên şehîd, peymana emegnasiya xwe, digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.
Hevdem endam û aliyên Partiya Demokrat, bo piştevanîkirin ji “Rasan”ê, û PDKÎ li gundê “Sîngan” a girêdayî bajarê Şinoyê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Di vê çalakiyê de, bi siloganên wekî, “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, Silav li Qasimlo, Bijî Rasan û Bijî pêşmerge” bi vî awayî digel Partiya Demokrat û malbatên şehîdên Kurdistanê, peymana emegnasiya xwe nû kirin.