Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat di gel Şehîdên Kurdistanê peyman nûkirin

18:57 - 27 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi serdana tirba şehîdên Kurdistanê, peymana xwe digel şehîdan nûkirin.

Li gorî nûçeyê ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, li çiyayê “Quruçawê” ya girêdayî bajarê Pîranşarê, serdana tirbên çend Şehîdên Kurdistanê kirin.

Qehremanên Demokrat bi peyman nûkirina digel rêbaza nemirên riya rizgariya Kurdistanê, li çiyayê “Quruçawê” serdana tirba şehîd “Rehman Xizirzade” naskirî bi Rehman Doşke û çendîn şehîdên din kirin.

Tekoşerên Demokrat, di gel rêbaza şehîdan peyman nûkirin û soz dan, heya serkevtinê, emegnas dibin bi armancên şehîdan û di wê pêxemê de jî, xebatê nasekînin.

Hevdem xebatkarên Demokrat li bajarê Bokanê, bi nivîsîna siluganên wekî: “Bijî PDKÎ, Qasimlo û Şerefkendî rêya we berdewam e”, piştevaniya xwe ji xebata Hêza Pêşmrgên Kurdistanê re ragihandin.

Herwisa, endam û alîgirên PDKÎ, li “Kêleşîn”a girêdayî bajarê Şinoyê jî, bo piştevanîkirin li PDKÎ û Rasana Rojhilatê çalakiyên teblîxî lidar xistin.