Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat digel rêbaza şehîdên Miconoce peyam nû kirin

12:50 - 17 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Endam û dilsozên hizbê li bajarên wekî Seqiz û Pawe, bi encamdana çalakiyên berifireh ên tebilîxî  digel rêbaza şehîdên Miconoce peyama xwe nû kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat, dost û alîgirên PDKÎ, li bajarê Seqizê şeva 25`ê Xermananê, bi boneya 26.mîn salroja şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bajarê Berlin a welatê Almaniyayê, bi awayekî berfireh di kolanên hemalava ya serê, ebas ava, qereçîava, ser çemê velîxan, garaca mîredê, kolana şanaz, bajaroka gullan, kolana kerîmava û pişt mizgevta darusefa û girê salihava zêdeyî ji hezar tirakitên taybet bi vê rojê di nav avahiyan de belav kirin, û dîvarên piraniya avahiyan jî, bi postêrên taybet xemilandin.

Herwisa, hevdem alîgirên rêbaza Demokrat, li hemberî pasgaya(binkeya hêza întizamî) melander a gundê Kumere a girêdayî bajarê Pawe, bi siloganên wekî “rêbaza Qasimlo dirêje heye” û “Rasan berdewame” û yan jî wiha nivîsîne ku, “soza berdewamkirinê heya serê ya digel rêbaza şehîdan” dubare kirine.