Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Kurdistanê bi berdewamî digel rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nû dikin

19:02 - 11 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li gundê Tengîserê çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de ku, li gundê Tengîser a girêdaiy devera Jawaro ya ser bi Sine hate lidarxistin, piştevanî li PDKÎ hate kirin û digel rêbaza şehîdên Hizbê peymana xwe nûkirin.

Herwisa nîştimanperwerên PDKÎ, li gundê Tengîserê, bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Qasimlo riya te berdewame” piştevaniya hertmî ya xwe ji PDKÎ re ragihandin.