Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata 2021`an ya Malbenda hunermend “Mamilê”, ji hunermend Kawe Feqîzade re hat pêşkêşkirin

17:34 - 18 Kanûna Paşîn 2022

Roja Duşemî 28`an Befranbarê di rêûresmekê de, “Malbenda Hunerî ya Mamilê” xelata sala 2021`an ji “Kawe Feqîzade” hunermendêKurd yê çêkerê mozîkê û jeniyarê amûra “Sentûrê” re, pêşkeş kir.

Ew rêûresima bi beşdariya çendîn hunermend, helbestvan, nivîskar û çendîn kes ji malbata mamoste “Mihemmed Mamilê” hatibû lidar xistin, û herwisa di vê rêûresmê de, xelata îsal a wê malbendê, ji aliyê malbata hunermendê nermir “Mamilê” ji “Kawe Feqîzade” re het pêşkeşkirin.

Heriwsa di wê rêûresmê de, helbestvan û nivîskarên wekî “Kerîm Sofîmewlûdî” naskirî bi “Tînû” “Qasim Mo`eîdzade” naskirî bi “Helo” û “Ebdulla Mamilê”, gotar, helbest û stran pêkêşî amadebûyan kirin.

 “Malbenda Hunerî ya Mamilê” ev heyama 13 salane hatiye avakirin û herwisa her sal weke hêmayekê bona rêzgirtin  ji zehmet û mandîbûna hunermendên Kurd, xelatekê pêşkêşî hunermendên Kurd dike. 

Ew hunermendên ku heta niha ji aliyê Melbenda Hunerî ya Mamilê ve hatine xelatkirin wuha ne: “Qadir Ebdullazade nakirî bi (Qalemere)”, “Endêriyas Îsra`îl Xemo xelkê(Bakûrî)”, “Ebas Kemendî”, “Ezîz Şahrox”, “Nasir Rezazî”, “Girûpa muzîkê ya Zozan a li Silêmaniyê”, “Meziher Xaliqî”, “Xelîl Xemgîn”, “Husên Sefamenêş”, “Mihemmediriza Darabî” û “Dilşad Se`îd”.

 “Kawe Feqîzade” hunermendê çêkerê mozîkê û jenyarê Kurd e, û rûniştiyê bajarê “Mehabad”ê li sala 1350`an  herli bajarê “Mehabadê”  de jî, jidayîk bûye.

Navbirî şiyaneke taybet di berhevkirina Elfabeya avazên folkilora Kurdî û nivîsîna notên avazên resen yên kurdî de, bi taybet ev stranên ku hunermendên mezin ên kurd strîne heye.

Hêjayê beskkirinê ye ku, çendîn dewreyên hînkariya avazên kurdî bi amûra “Sentûr” bi rêve biriye, û  herwisa xwediyê 35 sal ezmûn û jiyana huneriye ku, heta niha 15 pirtûk li ser avazên kurdî weşandine.

Mamosteyê mozîknasiyê li zanînigeha hunerî ya “Resam” a li bajarê “Tehran”ê ye.

Herwisa li sala 1383`an fêrgeha “Mozîka Wefayî” li bajarê “Mehabad”ê, û li sala 1389`an jî, okêstiraya “Flarmonîkiya Mukiriyan”ê avakir.