Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata “Bivêriya Siyasî” ji “Selahedîn Demîrtaş” re hat pêşkeşkirin

11:43 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Enîstîtoya “Feransuwa Mîtiran” li welatê “Feransa”yê, xelata “Bivêriya Siyasî” ji “Selahedîn Demîrtaş” re pêkêş kir.

Hevserokê berê yê “HDP”ê “Selahedîn Demîrtaş” ku, kesayetiyekî siyasî û netewî, aştîxwaz û herwisa bawerî bi çareserkirina pirisa gelê Kurd bi awayekî aştiyane û demokrasiyane li “Tirkiyê” de heye, ji aliyê “Enîstîtoya Feransuwa” li welatê “Feransa”yê, xelata “Bivêriya Siyasî” jê  pêşkêşî navbirî kirin.

“Selahedîn Demîrtaş” di hilbijardinên serkomariya “Tirkiyê”de, karî 9 miliyon dengan bidest bixîne.

Hêjayê basê ye ku, “Selahedîn Demîrtaş” berbijêrê Xelata Nobelê ya aştî û bihevre jiyanê ye.

Heta niha çendîn xelatên navnetewî û mafê mirovî ji wî siyasetvanê Kurd re hatine pêkeşkirin.

“Selahedîn Demîrtaş” di sala 2016`an şûnda di girtîgeha “Edîrinayê”de hepsî ye.