Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata cîhanî ya “WOMEX”ê bi Hozanvana Kurd “Aynûr Doxan”ê hate pêşkêşkirin

17:46 - 29 Tebax 2021

Xelata sala 2021a Zayînî ya WOMEX(Worldwide Music Expo)ê bi hozanvan û mûzîkzana Kurd “Aynûr Doxan”ê hate pêşkêşkirin.

“WOMEX”ê ragihandiye ku ew xelata bi sedema hewl û tekoşîna bi dom ya “Aynûr Doxan”ê bo parastina kultûra Kurdî û Kultûra Elewiyan û xweragirî li hember givaşên siyasî ên Tirkiyê, bi “Aynûr Doxan”ê pêşkêş kirine.

Hozanvana Kurd “Aynûr Doxan”ê di dema vergirtina wê xelata cîhanî de gotiye ku mûzîk rêyek bo yekîtiya Kultûra gelên cîhanê ye, bi taybet a wan gelan e ku  bo jinavbirîna wan hewl têne dan.

“WOMEX” wekî rêzgirtin ji hozan û mûzîkzanên binavbang ên cîhanê ku di bin bandora siyasî de xebatê dikin û herwisa bo rêzgirtin ji temenek xizmetkirinê, wê xelatê her salê pêşkêşî hozaneke bi nav û dengê cîhanê dike.

“Aynûr Doxan” li sala 1354a Rojî li parêîzgeha Dêrsimê de ji dayîk bûye û hozaneka binav û dengê Kurd e; Di sala 1371an a Roj’ de çoye bajarê Istembolê û di wir de zanista mûzikê xwendiye.

“Aynûr Doxan”ê yekem alboma mûzîka xwe li sala 2002an a Zayînî de belav kir û bi sedema strandina strana “Keça Kurdan” gelek binavbang bû. Strana “Keça Kurdan bo heyamê çendîn salan li Tirkiyê hatibû qedexekirin.

“Aynûr Doxan” bi Kurdîya Kurmancî û Soranî stranan disitrîne û herwisa “Aynûr” digel girûpa “Rêya Hermûş”ê jî hevkarî kiriye.

Di sala 2019an de ew xelat bi mûzîkzan û Kemançejenê Kurd “Keyhan Kelhur” hatibû pêşkêşkirin.