
Kurdistanmedia: Heyeteke hevpar a PDKÎ û Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, di rêûresmekî rêzgirtinê ji “Daye Şerife”, dayîka şehîd “Ramîn Husên Penahî”, amade bûn.
Di wê rêûresmê de ku di hotêla “Şîraton”a bajarê Hewlerê de bi rê ve çû, ji aliyê Saziya Aşitî ya xêrxwaziyê ve, xelata zêrîn a “Dayîka Aşitî”yê, bi “Daye Şerîfe”, dayîka Şehîd “Ramîn Husên Penahî” hate bexşîn.
Ev xelate di hember hewil û çalakiyên navbirî, li warê aştî û hewildan û pêşîgirtin ji cezayê jidarvekirinê di Îranê de, pê re hate bexşîn.
Rêûresim ku bi bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdan dest pêkir.
Piştî xwendina peyama Saziya Aşitiyê, xelata Dayîka Aşitî, pêşkêşê “Emced Husên Penahî”, nûnerê daye Şerîfe, kirin.
Piştre ji aliyê “Emced Hisên Penahî” ve, peyama daye Şerîfe hate xwendinê.
Di vê rêûresmê de, ji aliyê nûnerên Partiya Demokrat û Yekîtiya Jinan ve, deste gulek emegnasî û rêzgirtinê, pêşkêşê nûnerê daye Şerîfe kirin,
“Mihemedsalih Qadirî”, berpirsê Pêwendiyên Kurdistanê ya PDKÎ, di wê rêûresmê de îşare bi vê yekê kir ku, daye Şerîfe û hemû dayîk, xwîşk, hevjînên Şehîdan, hepsî û têkoşer, pêşeng û rûmeta xweragiriyê û xebata vekhevî û mirovantiyê ne.
Herwisa “Qadirî” basa vê yekê kir ku, ev rêzgirtina li daye Şerîfe, rêzgirtine ji hemû ev xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê, her ji bo vê jî, em hemû xortên daye Şerîfanin.
Rêûresim, bi amadebûna Saziyên nehikûmî, serkirdeyên aliyên siyasî yên Kurdistanê, nûnerên balyozxaneyên bîhanî di herêma Kurdistanê de, çalakvanên siyasî û mafê mirov û rojnamevanan, bi rê ve çû.