Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata mafê mirovî ya “Vîmar” a sala 2021an bi Selaheddîn Demirtaş pêşkêş kirin

13:31 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan “Selaheddîn Demirtaş” bi sedema hewl û tekoşînên wî bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê, xelata mafê mirovî ya “Vîmar”ê pêşkêşî wî kirin.

Encumena Netewên di Bin Gefan de“GFBV” li bajarê “Gotîngên” li welatê Almaniyayê ku karê wê piştevanîkirin ji mafê kêmîneyên netewî ye, li roja Pêncşemî 22ê Temûzê ragihand ku şêwraya bajarê “Wîmar”ê pêşniyara Komîteya xelatê mafê mirov pesend kiriye.

Di daxuyaniya wê encumenê de hatiye ku : “Demirtaş yek ji girîngtirîn siyasetvanên opozîsiyona Kurd di dîroka hevçerixa Tirkiyê de ye”.

Herwisa di wê daxuyaniyê de hatiye ku “Demirtaş alîgirê çareserkirina aşitîxwazaneya pirsa kurd û demokratîzekirina Tirkiyê û herwisa vekheviya li navbera kêmîneyên wekî Ermenî û Aşûrî di Tirkiyê de ye.

Biryar e ku rêûresma bexşîna wê xelatê di meha “December” a îsal bi rê ve here.