Xelata Mafê Mirovî ya bi navê “Weimar” ya sala 2021an pêşkeşî Hevserokê Berê yê HDP ê “Selahedîn Demîrtaş” hate kirin.
Roja Înê 10ê Kanûna Pêşîn, di welatê “Almaniyayê” de Encumena Bajarê “Weimar”ê rêûresmek bo pêşkeşkirina xelata Mafê Mirovî ya“Weimar”ê li darxist, îsal “Selahedîn Demîrtaş” Hevserokê berê yê “HDP”ê ji aliyê wê encumenê ve bo vergirtina xelata Mafê Mirovî ya “Weimar”ê bo sala 2021an hate hilbijartin, Birayê “Selahedîn Demîrtaş” ê bi navê “Suleyman Demîrtaş” li ser navê wî di wê rêûresmê de bo wergirtina wê xelatê, amade bibû.
Herwisa di vê rêûresmê de Bajarvanê “Weîmar”ê “Peter Kleine” li derheq çawahiya hilbijartina “Selahedîn Demîrtaş” bo vergirtina wê xelatê got: “Demîrtaş bi sedema xebatên xwe yên bo çareserkirina demokratîk a pirisa Kurdan, demokratîkbûn, azadiya bawerî û vekheviya gelan li Tirkiyê, hêjayî wê xwelatê hatiye dîtin.”
“Selahedîn Demîrtaş” ji sala 2016an ve heta niha di girtîgeha “Edîrneyê”de binçavkirî ye.
Divê derheqê de Encumena Bajarvaniya “Weimar”ê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de bas ji vê yekê kiriye ku “Selahedîn Demîrtaş” di sala 2016an de bi bê tawan û bi awayek neyasayî hatiye binçavkirin û heta niha çendîn caran ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovî ya Ewropayê ve daxwaza berdana wî hatiye kirin.
“Selahedîn Demîrtaş” di girtîgehê de li derheq pêşkeşkirina vê xelatê peyamek belav kir û spasiya encumena wî bajarî kir û got li ser navê endamên “HDP” ên di girtîgehê de vê xelatê verdigrin.
Ew xelat her sal di 10ê Kanûna Pêşîn, roja Mafên Mirovî ya cîhanî de tê pêşkeşkirin.