
Kurdistanmedia: Xelîfeyê rêxistina terorîstên DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ji aliyê hêzên leşkerî yên Amerîkayê ve hate kuştin.
Demjimêrek piştî vê ku Serokomarê Amerîkayê “Donald Trump” li ser rûpela xwe ya Twîtirê nivîsî, “tiştek gelek mezin çêbibe”, Medyayên Amerîkayê belavkirin ku hêzên Amerîkayê di operasyonekê de, xelîfeyê Saziya terorîstî a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di Idlîbê de kuştine.
Ji aliyek din ve jî, Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ji Koşka Spî re ragihand ku, li bajarê Idlibê ya ser bi Sûriyê di encama bombebarana balafirên Amerîkayê de Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.
Ebûbekir el-Bexdadî, yan jî Îbrahîmê Ewadê Îbrahîmê Elîyê Sameraî, kesek e ku di sala 1971`an de li Samerayê hatiye dinyayê.
Armanca wî û Saziya wî ya terorîstî a bi navê DAÎŞê avakirina dewleta Îslamê ya Îraq û Şamê bû, lê ew Saziya terorîstî negiha bi armancên xwe û hate jinav birin.