Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelk alîkariyan digihîne û rejîm jî, mêze dike

13:14 - 13 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: xelkê kurdistan û îranê, bi bê guhdan bi gefên rejîma îranê, bixwe alîkariyan kom dikin, lê berpirsên rejîmê dixwazin wan alîkariyan bi navê xwe tewav bikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “kurdistanmedia”yê, daxwazên rejîma îranê, bo komkirina alîkariyan bi merema gihandin bi zirarberketiyan di hemû dezgehên rejîmê de berdewame, û ew daxwazkariya li hemû karnasên endam li navenda karnas, karnasa fermî a dadwerî û navenda parêzeran, karnasa nizama endazyarî li barên rê û bînasazî, çandinî û çavkaniyên sirûştî jî, ji xwe digire.

Rejîm li riya şandina peymanên kurt, daxwaza alîkariyan li karnas û parêzeran dike.

Nûçegihanê malpera “kurdistanmedia”yê, behsa wê jî kiriye ku, bo desthilatdarekê ku bi wan hemû çavkaniyên daraiy yên xwe, cihê şermezariyê ye ku, di wê rewşa aborî de bo zorî, daxwaza alîkariyan ji xelkê dike da ku, li dahatên xwe ku para derbasbûna wan nake, alîkariyan bo zirar berketiyan kombikin, yan jî, li heqdestên mehane yên wan kêmbike bo wê karê ku, erka ser milê vaneye xeric bikin.

Ew hewla rejîma îranê di demekê deye ku, xelkê îran û kurdistanê bixwe his bi rewşa xirab a zirarberketiyan dikin, û bi dil û can amadene bo gihandina alîkariyên mirovî û malî bo xelkê zirar berketiyan.

Rejîma îranê, di dema rabûna lehiyê de, tu alîkariyeke hewce nedaye xelkê , û xelk bixwe alîkariya yektir didin, lê, rejîm û karbidestên rejîmê, pêşî li çalakiyên bi coş yên encûmenan bo komkirina alîkariyan û gihandina alîkariyan bo xelkê zirarberketî digirin.