
Kurdistanmedia: Bilindbûna nirxên hewcehiyên serekî yên jiyana xelkê, bûye sedema dirêjbûna rêzên xelkê.
Li gorî nûçeya malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkên bajarê Mehabadê li hemberî bilindbûn û kêmbûna hewcehiyên jiyanê nerazîbûnên xwe nîşan dan, û dibêjim em bo dabînkirina her hewcehiyeke jiyanê dibe rêz bibin.
Li kurte vîdyoyekê ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkên bajarê Mehabadê, li hemberî bilindbûna nirxa kûda kîmyaiyî nerazîbûna xwe nîşan dane, û gotine, bilî bilindbûna nirxan, telîsên kûdê kîmyaiyî jî kêm bûne û kes di hawara xelkê de nayî, û dibe bo hemû tiştî em dibe bo bidestveanîna her tiştî di rêzan de bisekin in.
Her di vê derheqê de jî, di heyamên rojên borî de, hevwelatî bi sedema bilindbûna şîrê hişk nerazîbûna xwe nîşan dane ku, bo kirîna şîrê hişk, bo zarokên xwe, dibe serdana dermanxaneyan bikin û li wir jî, bo firotina şîrê hişk dibe nasnameya xwe radest bikin.
Bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayî yên li dijî rejîma Îranê, û şarezar nebûna birêveberên welat û vekişîna kompaniyayên biyanî li Îranê, û herwisa îflasbûna berhemên navxweyî yên Îranê, bûne sedema bilindbûna nirxan û astengan li ser rêya dabînkirina hewcehiyên jiyanê bo xelkê.