Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelk li derheq sekinandin li rêzeyan de nerzatiya xwe nîşan dane

18:16 - 27 Nîsan 2021

Çend meh in ku xelk bi sedema nebûna goştê mirîşkan li bazaran de, neçarin li rêzên kirîna mirîşkan de bisekinin.

Xelk bi sekinîn li rêzên kirîna goştê mirîşkan li meha remezanê de û li rewşa xirab a koronayê de bo kirîna mirîşkên ku rejîmê biryar dabû bi 2 hezar 400 Tumenan bifroşe nerazîne û dibêjin ku bi wê rewşa xirab dê bi ti awayekî daxwaz ji me bikin ku em herin û deng bidin.

Herwisa xelk sekinandin li rêzêyan de, bi bê helwêstiya karbidestên rejîmê li derheq arîşeyên xelkê dizanin û ew kar ji aliyê rejîmê ve, bi binpêkirina kirameta mirovan dihesibînin.

Li heyamên derbasbûyî de, zêdetir ji caran rêzên kirîna xwarinan dirêjtir bûne û ew yek pirisgirêkên din li dû xwe ve anîne.